Bi hezaran koçber vegeriyan Stenbolê
Piştî ku Tirkiye deriyên xwe yên li gel Ewropayê bo derbasbûyîna koçberan vekirin, bi deh hezaran kesên ji welatên cuda ber bi sînorê bi rê ketin. Lê belê bi hezaran koçberan ku dixwestin biçin Ewropayê ji ber rêgiriya asayîşa Yunanîstanê bi otobêsan vegeriyan Stenbol.
K24- Stenbol
Piştî ku Tirkiye deriyên xwe yên li gel Ewropayê bo derbasbûyîna koçberan vekirin, bi deh hezaran kesên ji welatên cuda ber bi sînorê bi rê ketin. Lê belê bi hezaran koçberan ku dixwestin biçin Ewropayê ji ber rêgiriya asayîşa Yunanîstanê bi otobêsan vegeriyan Stenbol.
Bi hêviyek mezin li otobêsan siwar bûn û ji bo jiyaneke baştir li gel kesûkarên xwe ji Stenbolê berê xwe dan deriyê sînor ê Pazarkule ya Edîrne ya Tirkiyê da ku derbasî Yunanîstanê bin û ji wir jî biçin Ewropayê.
Bi deh hezaran koçber heta 3 rojan derûdora sînorê Tirkiye û Yunanîstanê man û dîtin ku derî li wan nayê vekirin bi otobêsan vegeriyan Stenbolê.
Li gorî gotina ajokarê otobêsê Bahattîn Ozmen nêzîkî 10 hezar koçber ku hêviyên wan bo Ewropa şikestine vegeriya Stenbolê.
Bahattîn Ozmen-Ajokar- got: Ez ajokar im. Ji Stenbolê hatim da ku koçberan bi otobêsê bibim Stenbolê. Çimkî aliyê Yunan nahêle ku koçber derbasî nav sînorê wan bibe. Koçberên hêviya wan nemane dizivirin Stenbolê. Heta niha min tenê 800 koçber birine Stenbolê lê tevî otobêsên din ên kompaniyên cuda hejmara koçberên ku vegeriyane Stenbolê digihîje 10 hezar kesî. Piraniya wan jin, zarok û yên nexweş in. Neçar dimînin dizivirin.
Koçberên ku piraniya wan ji Afxanî, Îranî û Sûrî ne, diyar kirin hem ji ber hewaya sar û hem jî ji ber êrîşên asayîşa Yunanîstanê ku rê nadin koçber derbasî Ewropayê bibin, wek neçar vedigerin Stenbol.
Koçberekî Afxanî, got: Ez ji Afxanîstanê me. Di ser Îranê min xwe gihand Tirkiye. Ji bo kar minxwest biçim Ewropayê lê derî li me hatiye girtin. Rojekê li ser sînor mam êdî nikarim bisekinim loma jî ez ê vegerim Stenbolê. Çimkî çareyeke din nîn e.
Piştî êrîşa rejîma Sûriyê ku 36 serbazên Tirk canê xwe ji dets dan, hikûmeta Tirkiyê ragihand deriyên xwe yên li ser sînorê Yunanîstanê ji bo derbasbûyîna koçberan vekin da ku derbasî Ewropayê bibin.