Kiliçdaroglu: Serbazên li Sûriyê bên kuştin, ne şehîdên Tirkiyê ne

Serokê CHP bersiva Erdogan dide û radighîne, serbazên li Sûriyê bên kuştin, ne şehîdên Tirkiyê ne.

K24- Hewlêr

Serokê CHP bersiva Erdogan dide û radighîne, serbazên li Sûriyê bên kuştin, ne şehîdên Tirkiyê ne.

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu ragihand, dema serbazên Tirkiyê  ji bo parastina xak û welatê xwe bên kuştin, wê demê ew şehîd tên hejmartin.

Kiliçdaroglu da zanîn, ku niha serbazên wan, parastina grûpên terorîst li Idlibê dikin. Dema niha ne dema Osmaniyan e, niha dema Komara Tirkiyê ye, ku sînorê wê jî diyarkirî ye û nabe yasaya navdewletî were binpêkirin.