Tirkiye ji Idlibê vekişe destê wê li Rojhilatê Firatê lawaz dibe

Tevî hemû hewlên dîplomatîk, her ku diçe alozîya li Îdlibê kûrtir dibe. Operasyona Tirkiyê ya liser Îdlibê ji alîyê sazîyên "think tank"an ve ji nêz ve tê şopandin.

K24- Enqere

Tevî hemû hewlên dîplomatîk, her ku diçe alozîya li Îdlibê kûrtir dibe. Operasyona Tirkiyê ya liser Îdlibê ji alîyê sazîyên "think tank"an ve ji nêz ve tê şopandin. Li Enqere ya paytexta Tirkiyê, ji alî sazîya ORSAM a nêzî hikûmeta Tirkî ve panelek hate sazkirin. Pispor ji bo Tirkiye bal dikşîninin ser girîngîya Îdlibê û dibêjin,  ger Îdlib bikeve bin kontrola rejîma Sûrîyê, wê demê dê hebûna Tirkiye ya li herêmên din jî, bikevin bin metirsîyê de. Loma jî, Tirkiye him rêyên dîplomatîk û him jî, bijardeya leşkerî bikar tîn e.

Di navbera Tirkiye û rejîma Sûrîyeyê da şer û alozîya li ser Idlîbê didomin. Tirkiyeya ku li dijî rejîma Sûrîyeyê operasyoneke bi navê "Tevgera Mertala Biharê" daye destpêkirin ji alîyekê ve bi Rusyayê ra ji aliyê din ve jî bi Amerîkayê ra di nav peywendîyên dîplomatîk da ne. Ji alîyekê din ve jî sazîyên ramanî yên nêzî hikûmeta Tirkiyeyê bi panel, konferans û belavokan armanca hebûna Tirkiyeyê li Îdlibê vedibêjin. Di vê çarçoveyê da li Enqereyê ji alîyê Navenda Lêkolînên Rojhilta Navîn ORSAMê ve paneleke bi navê "Ji alîyê Sîyasî û Ewlehîyê ve Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Îdlibê" hate kirin.

Koordînatorê xebatên Rojhilata Navîn ya ORSAMê Oytun Orhan li ser ji alîyê Tirkiyeyê ve girîngîya Îdlibê axivî û got, ger Tirkiye Îdlibê winda bike wê têkoşîna wî ya li rojhelatê çemê Feradê li dijî PKK û YPGê jî lawaz bibe.

Oytun Orhan-Koordînatorê Xebatên Levantê yê ORSAMê- got:"Ji ber çend sedeman Îdlib ji bo Tirkiyeyê pir girîng e. Yek ji ber penaberan e. Ya duyem jî ger Îdlib ji dest biçe wê di mijara PKK û YPGê da destê Tirkiyeyê jî gelekî lawa bibe. Tirkiye Îdlibê wek qada ku karibe politikaya xwe ya leşkerî ya pêximkerî test bike dibîne. Ger li Îdlibê agirbesteke bê ragihandin eger heye Tirkiye midaxeleyê radîkalan bike û rêveberîyeke îdarî ava bike."

Cîgir Serokê ORSAMê Îsmaîl Numan Telcî jî dibêje, Tirkiye bi operasyomna dawî ya li ser Îdlibê xwe da îspat kirin ku ew li herêmê aktoreke sereke ye û hewce bike ew dikare karta leşkerî û "hard power" bikar bîne.

İsmail NumanTelci-Cîgir Serokê ORSAMê- got:"Tirkiye bi vî operasyonê xwe da îspatkirin ku ew li herêmê aktoreke girîng e û kengê bixwaze dikare hêza xwe ya tund ya "hard powerê" nîşan bide. Helbet di vê babetê da helwesta aktorên herêmî jî bandorê lê kir. Rûsya, Erebistana Siûdî û Îmarat li derve hin operasyonên leşkerî pêk anîn û hêzên xwe yên tund nîşan dan. Tirkiye jî bi vî yekê li ser aktorên din hêza xwe test dike." Serokê Meclîsa Tirkmenên Sûrîyeyê Muhammed Vecîh Cumayê ku piştgirî dide operasyona Tirkiyeyê, li ser hevdîtinên komîteya destura bingehîn ya Sûrîyeyê ya li Cinevê dibêje, ew him ji bo Tirkmenan û him jî ji bo Kurdên Sûrîyeyê hemwelatîya wekhev dixwazin.

Muhammed Vecîh Cuma-Serokê Meclîsa Tirkmenên Sûrîyeyê- dibêje:"Ev hezar sal in ku em li Sûrîyeyê li gel birayên xwe yên Kurd û Ereb ra dijîn. Daxwaza me ji hevdîtinên Cinevê ew e ku hemwelatîtîya wekhev bo Tirkmen û Kurdan bê dayîn û ew wek pêkhateyên sereke yên Sûrîyeyê di makezagona nû da cih bigrin. Em daxwaza mafên çandî dikin. Em dixwazin bi hev ra bi awayeke azad bijîn."

Li gel hemû peywendîyên diplomatîk yên Tirkiye û Rûsyayê alozîya li Îdlibê her diçe gurtir dibe û dibe kêşeyeke navdewletî. Her wiha ji berk u Tirkiye endamê NATOyê ye jî di serî da Amerîka û hin endamên NATOyê peyamnên piştgirîyê belav dikin. Niha êdî çavê hemû cîhanê li ser hevdîtina 5ê Adarê ya Pûtîn û Erdogan e. Ka wê ji vê hevdîtinê çareserîyekê encam bide an wê krîz kûrtir bibe?