Tirkiye: Serbazek me li Idlibê hate kuştin, 9 jî brîndar in
Tirkiyê kuştina serbazek xwe û brîndarbun a 9 ên din li Idlibê ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê kuştina serbazek xwe û brîndarbun a 9 ên din li Idlibê ragihand.
Wezîrê bergirî ya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, serbazek wan li parêzgeha Idlibê li Suriyê hat kuştin, 9 ên din jî brîndarbûn e. Herweha wan jî, bersiva êrîşan dan e û 82 pêgehên artêşa Sûriyê kirin e armanc û 299 serbazên Suriyê kuştin e.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Surî ya Mafên Mirovî ragihand, ku di êrîşên artêşa Suriyê li gundên Trinbe û Mistume li gundewarên Idlibê, 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, 7ên din jî brîndar bûn.
Herwiha belavkiriye, ku hêzên hikumeta Suriyê bi dijwarî pêgehên hêzên Tirkî li derdora gundên Trinbe û Mistume li gundewarên Idlibê topbaran kirin, û brîndar bi balefiran bo Tirkiyê hatine veguhestin.
C.B