Rusya siyaseta penaberan a Tirkiye rexne dike
Rusya radighîne, Tirkiyê hewl dide, zêdetirî 100 hezar penaberên, ku piraniya wan ne Surî ne, bişîne ser sînorê Yunanistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Rusya radighîne, Tirkiyê hewl dide, zêdetirî 100 hezar penaberên, ku piraniya wan ne Surî ne, bişîne ser sînorê Yunanistanê.
Navenda Hemahengîya Lihevkirinê li Suriyê ya ser bi Wezareta bergirî ya Rusyayê ragihand, ku Tirkiye hewl dide 130 hezar penaberên, ku li cem wê ne, û piraniya wan ne Surî ne, berê wan bide ser sînorê Yunanistanê
Serokê wê navenda Rûsî dibêje, desthilata Tirkiyê niha 130 hezar penaberên, ku li nava kampên demkî liser sînorê Tirkiyê bi Yunanê dimîn in, dixwaze berê wan bide Yunanistanê ku piraniya wan jî ne Surî ne û ji regeznameyên Iraqî, Efxanî û Efrîqî ne.
Ev çend roj in, piştî biryara Tirkiyê bi vekirina deriyên xwe ji penaberan re bo çûna Ewrupayê, bi hezaran koçber û penaber liser sînorê bi Yunanistanê re man e û Yunanistan deriyên xwe ji wan re, venake.
C.B