Serokê Konseya Yekîtiya bo krîza koçberan diçe Tirkiyê
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ji bo krîza koçberan serdana Tirkiyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ji bo krîza koçberan serdana Tirkiyê dike.
Piştî ku Tirkiyê berbestên li pêş koçberan vekirin û berê wan da welatên Ewropayê, serdana şandên Yekîtiya Ewropa bo Tirkiyê zêde dibin. Piştî serdana Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê, îro jî Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê serdana Tirkiyê dike.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Charles Michel dê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re bicive û her du alî li ser krîza dawî ya koçberan û rewşa Îdlibê biaxivin.
Tirkiye bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan ya Sûriyê û avakirina navçeya aram, berbestên pêş penaberan rakirin ta biçin Ewropayê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duhî di daxuyaniyekê de ragihand, 130 hezar 469 koçber derbasî nava xaka Yunanistanê bûn.
S. B