Tirkiyê li Idlibê dest bi operasyona Mertala Biharê kiriye
Heta dawiya sala 2019an rewşa li Sûriyê ji aliyê pisporan ve, wekî dawiya şerê Sûriyê dihate nirxandin, lê belê wisa xûya ye, ku li Idlîbê şerek nû destpê dike. Tirkiyê li Idlîbê operasyonek serbazî bi navê 'Mertala Biharê da destpêkirin. Li navçeyê artêşênTirkiye û Sûriyê di nav şereke tund e ne. Gelo rewşa Sûriyê di demek kurt de çawa gihişt vê astê?
K24- Enqere
Heta dawiya sala 2019an rewşa li Sûriyê ji aliyê pisporan ve, wekî dawiya şerê Sûriyê dihate nirxandin, lê belê wisa xûya ye, ku li Idlîbê şerek nû destpê dike. Tirkiyê li Idlîbê operasyonek serbazî bi navê 'Mertala Biharê da destpêkirin. Li navçeyê artêşênTirkiye û Sûriyê di nav şereke tund e ne. Gelo rewşa Sûriyê di demek kurt de çawa gihişt vê astê?
Alozî û rageşiyên li Idlîbê di nav demeke kurt de xurt bûn. Piştî bûyera kuştina 33 serbazên Tirkiyê li Idlîbê Tirkiyê operasyonek bi navê 'Mertala Biharê' li ser Idlîbê da destpêkirin. Her wiha operasyona Hikûmeta Sûriyê jî li ser Idlîbê berdevam e. Komên çekdar yên kuTirkiye piştgiriya wan dike, bi avayekî xurt hewl didin kintrola kela xwe ya dawîn li Sûriyê ango Idlîbê winda nekin. Her wiha Rûsya û Iran jî li dijî ev komên çekdar piştgiriya Hikûmeta Sûriyê dikin. Prosefor Dogu Ergîl sedemên bilinbûna rageşiyê ji aliyêTirkiyê ve wiha dinirxîne.
Prof. Doğu Ergil got:Bitenê aktorên sereke 5 in. Her aktorekê jî aktorên girêdayî xwe yên biçûk hene. Ji lewma aloziya niha liv ê dere rûdideasayî ye. Tirkiye dixwaze li Sûriyê hikûmeteke Sûnnî were desthilatê ji berku heger Esad bimîne li navçeya Rojhilata Navîn blokeke bihêz yeke Şîeyan dê hebe û Tirkiye ji vê yekê ditirse. Yek ji derdek sereke ya Tirkiyê ku rewşa şerê Idlîbê aniye ev astê eve ye.
Her wiha Ergîl dibêje: nigeraniyaTirkiyê ya egera hebûna desthilatiya hêzên Kurdan li ser sînorênTirkiyê yek jis edemên girîng ya regeşiyan e.
Prof. Doğu Ergil, dibêje: Heger hûn lêbikolin hûnê bibînin ku Hêzên Kurdan li navçeyê ji sere şerê pê ve heta niha bi Hêzên Hikûmeta Sûriyê re qet neketiye şer. Têkiliyên Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Kurdan nexirab in. Dibe ku di dawiya şer de her du alî li hevbikin û Kurdên vê derê otonomiyekê bi dest bixin. Ev yeke Tirkiyê ditirsîne.
Heta demeke kurt nîqaşên yaseya bingehînan û li Sûriyê di rojevê de bûn û dihate hizirkirin ku şerê Sûriyê bi dawî dibe. Lê belê li Idlîbê keş û hewaya serbazî her ku diçe tundtir dibe. Wisa diyar e ku Idlîb û têkildarî vê qeyrana mirovahiyê li ser sînorênTirkiyê rûdide heta demeke dirêj dê di rojeva cîhanêb de.