Tirkiye: Heya penaber ji Yunanê nevegerin, me hezar polîs liser sinûr bicîh kirin e

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibeje, ji bo penaber ji Yunanê neyên vegerandin, liser sînor hezar polîsên operasyonên taybet bicîh kirin e. Da zanîn, hêzên ewlekariya Yunanê, li penaberan didin, pereyên wan ji wan distîn in û vedigerîn in, û heta niha 164 kes birîndar kirin e.

K24- Hewlêr

Suleyman Soylu - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê ragehand:"Ji bo penaber neyên vegerandin, me hezar polîsên operasyonên taybet li ser sînorê Çemê Merîçê bicîh kirine. Em rê nadin li wê derê xerabî li mirovan were kirin û bi zorê ber bi welatê me ve bên vegerandin.

Herweha got: Li aliyê din, bi çekan êriş li penaberan dikin, îşkence dikin, pereyên wan distînin û vedigerînin. Heta niha 164 penaber hatine birîndarkirin. Yunanistan yasayên navnetewî binpê dike. Lê saziyên Ewropa vê nabînin.

Got jî: Niha li Îdlibê li ser sînorê me sê milyon û nîv penaber hene. Eger em derî vekin dê heta Ewropa dê biçin. Divê ev rastî jî were dîtin. Min bi helîkopterê jî dît ku derbasbûna aliyê din berdewam dike û mimkun polîsê Yunanê bikare wan asteng bike."