35 hezar penaberan sînorê ji Tirkiyê derbaz bûn e

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê piştî lêkolînên xwe yên liser sînorê Tirkiyê û Yunanîstanê derbarê koçberan ragihand, hejmarek zêde ya koçberan bi awayek organîzekirî tên şandin ser sînor û metirsiya jiyanê ya koçberan her diçe zêdetir dibe. Li gorî çavdêrên Komeleyê, liser daxuyaniya "ji zêdeyî 130 hezar kes derbasî Yunanîstanê bûn e" tu agahî û delîlek berçav tespît nekirin e.

K24- Stenbol

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê piştî lêkolînên xwe yên liser sînorê Tirkiyê û Yunanîstanê derbarê koçberan ragihand, hejmarek zêde ya koçberan bi awayek organîzekirî tên şandin ser sînor û metirsiya jiyanê ya koçberan her diçe zêdetir dibe. Li gorî çavdêrên Komeleyê, liser daxuyaniya "ji zêdeyî 130 hezar kes derbasî Yunanîstanê bûn e" tu agahî û delîlek berçav tespît nekirin e.

Bi daxuyaniya Tirkiyê ku derîyên sînor ên bi Ewropayê re bo penaberan vekirine bi deh hezaran koçber berê xwe dan ser sînorê Tirkiye û Yunanîstanê. Ev hefteyek e koçber ji ber rêgiriya asayîşa Yunan di navbera sînorên her du dewletan de asê mane.

Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê û kêmasiya xwarin û vexwarinê halê koçberan xerabtir dibe. Li ser vê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê bi şandeyekê serdana koçberên li ser sînoran kir û bi raporteke ragihand, her 5 deqeyan carekê asayîşa Yunan bi gazê êrîşî koçberan dike, piranî jin û zarok gelek birîndar û nexweş hene.

Gulseren Yolerî-Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbol- got: Mirovên li ser sînor, ji pêdiviyên xwe yên rojane mehrûm in, birçî ne tî ne û li ser erd û zeviyan radizên. Gelek nexweşî li nav wan belav bûne. Pêwîst e berpirsên fermî birînên wan derman bikin, pêdiviyên wan peyde bikin. Tirkiye koçber şandin ser sînor lê li sînor ew tenê hiştin. Bi otobêsan koçber dişînin û li cîhên bêkes û cuda tên belavkirin wisa tên hiştin.

Li gor komeleyê ku li ser sînoran lêkolîn kirine ne bawer in ku ji zêdeyî 130 hezar kes derbasî Yunanîstanê bûne. Berpirsên komeleyê amaje kirin ji bo vekirina deriyan ji hêla Ewropayê ve tu xeberek nehatiye tevî vê şandina koçberan berev sînoran ve sucek mezin e û ne ehlaqî ye.

Selahaddîn Okçuoglu-Nûnerê komeleya Mafên Mirovan a Herêma Marmarayê- dibêje: Gava em çûn ser sînor me dît ku hin koçber bi derfeta xwe dihatin lê beşek koçber jî qafile bi qafile bi awayeke organîzekirî ber bi sînor ve tên şandin. Piştre bi rê nîşandana asayîşa Tirkiyê dihatin şandin nav zevî û gundan da ku xwe bigihînin aliyê Yunanîstanê. Siyaseta di ser mirovan re tê kirin ne ehlaqî ye ne dirust e.

Li gel komeleyê gelek saziyên sivîl bang li her aliyan dikin da ku bi lez û bez alîkarî li penaberan bên kirin û deriyên sînor li koçberan neyên girtin