Tirkiye: Rêkeftina me û Rûsiyê, helwêsta me derbarê koçberan na guhere
Serokatîya Tirkiyê raghand, rêkeftina hatîye encamdan di navbera Rûsiye û Tirkiye de derbarê Îdlibê, ti ji helwêsta wan na guhere derbarê dosêya koçberan.
K24- Hewlêr
Serokatîya Tirkiyê raghand, rêkeftina hatîye encamdan di navbera Rûsiye û Tirkiye de derbarê Îdlibê, ti ji helwêsta wan na guhere derbarê dosêya koçberan.
Ajansa Anadolê ji çavkanîyekî di nava serokatîya Tirkiyê de veguhaztîye, rêkeftna Îdlibê ya di navbera Rûsyê û Tirkiyê de helwêsta Tirkiyê derbarê penaberan naguhere û ew ji biryara xwe ya vekirina deryê sînor jibo Ewropayê venagerin.
Wî çavkanî daye zanînin jî, Yekêtîya Ewropayê sozên xwe bicih nekir di çarçoveya rêkeftina koçberan de ya di navbera Biruksil û Enqereyê de li sala 2016 hatinû wajûkirin.
Gotîye jî, ku rêkeftina di navbera wan û Rûsiyê de nebe asteng li pêş piştevanîya Yekîtîya Ewropa û Emerîka ji Tirkiyê re .