Michotakis: Rêkeftina penaberan a YE ligel Tirkiye bidawî hatiye
Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Michotakis diyarkir, ku rêkeftina penaberan a di sala 2016an de di navbeyna Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Tirkiye de hatî imzekirin, jiber kiryarên Tirkiye bidawî hatiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Michotakis diyarkir, ku rêkeftina penaberan a di sala 2016an de di navbeyna Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Tirkiye de hatî imzekirin, jiber kiryarên Tirkiye bidawî hatiye.
Michotakis ji kenala telewizyonî ya CNN re anî ziman, ku: “Jiber rûdanên li Sûriye, Tirkiye rêkeftin bi temamî binpê kir û rêkeftin bidawî hat“.
Serokwezîrê Yunanistanê got, ku “Em li ber fişaran û bikaranîna kerta penaberan a Tirkiye, serî natewîn in. Ev kriz ne me destpê kir, em tenê sînorên xwe diparêzin”.
Bi sedhezaran penaber bi ragihandina Tirkiye, ku sînor ber bi Ewrûpa ve vedike, liser sînorê Yunanistanê û Bulgaristanê kom bûn e. Lê, her du welat jî, rê nadin penaber derbas bibin û sînorên xwe ber bi penaberan ve girtin e.
Heman demê hate ragihandin, ku Tirkiye dê zêdetir rê nade, ji Deryaya Ege ve penaber derbas bibin. Egera vê yekê jî, tê ragihandin ku metirsiyên liser penaberan in.
C.B