Şandek serbazî ya Rûsyayê siçe Tirkiye
Şandek serbazî ya Rûsyayê sibê seredana Tirkiye dike.
K24- Hewlêr
Şandek serbazî ya Rûsyayê sibê seredana Tirkiye dike.
Wezareta Bergirî ya Tirkiye da xuyakirin, di çarçoveya rêkeftina Moskow de şandek serbazî ya Rûsî sibê seredana Enqereyê dike.
Wezaretê da zanîn, bi şand a Rûsî re çawaniya cîbicîkirina xalên rêkeftinê dê werin gotubêjkirin, ku biryar e, 15'ê Adarê liser rêya M4 gerên çavdêrî yên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê destpê bikin.