Erdogan seredana Brukselê dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan seredana Brukselê dike. Erdogan digel berpirsên Yekîtiya Ewropayê, dê bi Sekreterê Giştî yê NATO re jî, bicive.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan seredana Brukselê dike. Erdogan digel berpirsên Yekîtiya Ewropayê, dê bi Sekreterê Giştî yê NATO re jî, bicive.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, îro bi seredaneke fermî serdana Brukselê dike. Li gor daxuyaniya serokomariya Tirkiyê, di seredanê de, Erdogan bi Serokê Konseya Ewropayê Jean Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen re dê bicive. Li gor agahiyan, Erdogan û Sekreterê Giştî ye NATOyê Jens Stoltenberg dê bicivin û rewşa dawî ya ewlekariya navçeyê gotubêj bikin

Li gor agahiyan, di rojeva Erdogan û berpirsên Yekîtiya Ewropayê de, rewş û ast a pêwendiyên aliyan û pêşxistina hevkariyê heye. Herweha pêşhateyên dawî yên Îdlib û Sûriyê, rewşa penaberan û koçberiyê jî, mijarên sereke ne.