Bandora girtina deriyên sînor ser abûriya Tirkiyê

Ji sedema Vayrosa Korona, Tirkiye derîyên xwe yên sînorî bo Iraq û Îranê girtiye, ku ev yek herî zêde bandorê dixe ser aborî û bazirganîya derîyên sînorî yên di navbeyna bakur û başûrê Kurdistanê de.

K24- Amed

Ji sedema Vayrosa Korona, Tirkiye derîyên xwe yên sînorî bo Iraq û Îranê girtiye, ku ev yek herî zêde bandorê dixe ser aborî û bazirganîya derîyên sînorî yên di navbeyna bakur û başûrê Kurdistanê de. Li gor amaran, bazirganîya derîyên sînorî nîvî nîvî bû ye û herwiha bi hezaran tir û kamyon jî, li ber derî asê man e û nikarin derbas bibin. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, girêdayî vê babetê bo Kurdistan24 axivî û liser rewşa dawî ya derîyên sînorî agahî parve kirin. Kaçmaz dibêje, niha nêzî 20-30 hezar otombêl li ber derîyên sînorî yên Xabûr û Îbrahîm Xelîl asê man e.

Ji ber sedema vayrosa coronayê Tirkiye derîyên xwe yên sînorî bo Iraq û Îranê girtîye. Ev yek jî herî zêde bandorê dide ser aborî û bazirganîya derîyên sînorî yên di navbera bakur û başûrê Kurdistanê. Berîya ku derîyên sînorî yên Xabûr û Îbrahîm Xelîl nehatibû girtin rojane bi hezaran hezar tir û wesaîd kelûpelan dibirin û dianîn, lê belê niha ew çûnûhatin hatîye asteke gelek nizim û her wiha bi hezaran tir jî li ber derîyên sînorî yên bakur û başûr asê mane. Lê bes wek tedbîr di navbera her du derîyan da qadeke tampon hatîye avakirin û rojane 50-60 kamyon derbas dibin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmazê ku ev demekî ye mijara girtina derî, rewşa ajokarên tiran û mijara bazirganîya bêyî qeyd ya derîyên sînorî ku dewlet bi çavê qaçaxçîtîyê lê dinêre, tîne rojeva parlamena Tirkiyeyê li ser vê babetê bo K24ê axivî û li ser rewşa dawî ya derîyên sînorî agahîyan parve kir.

Huseyîn Kaçmaz-Parlamenterê HDPê yê Şirnexê- got:-"Niha nêzî 20-30 hezar kamyon wesaîd sekinî mane."

Li alîyê Huseyîn Kaçmaz bal dikşîne ser kesên ku bazirganîya sînorî dikin anku ku di zagonên Tirkiyeyê da wek "qaçaxçî" derbas dibin û dide zanîn ku heta niha li ser 10 hezar kesî ji ber vê sedemê tên darizandin û niha li girtgeha Şirnexê jî ji 700 zêdetir kes ji ber qaçaxcîtîya sînorî girtî ne.

Huseyîn Kaçmaz-Parlamenterê HDPê yê Şirnexê- dibêje:-"Divê mijara bazirganîya sînorî bê çareserkirin."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li ser mijara bazirganîya sînorî çend pêşnîyazpirs û pêşnûmaya yasayî jî daye parlamentoya Tirkiyeyê da ku ev pirsgirêk bête çareserkirin. Her wiha Kaçmaz radigihîne ji bo ku mexdûrîyeta ajokar û bazirganên li derîyên sînorî jî bê çareserkirin ew ê wek HDP bi rayedar û berpirsên Wezareta Gumrikê ya Tirkiyeyê ra jî bikevin nav danûstandinan.