Tirkiyê yekem haleta vîrusa Korona tomar kir

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê îro tomarkirina yekem haleta tûşbûna bi vîrusa Korona li Tirkiyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê îro tomarkirina yekem haleta tûşbûna bi vîrusa Korona li Tirkiyê ragihand.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehredîn Koca di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piyayekî Tirî tûşî vîrûsa Korona bûye.

Ragihand jî, ew li Ewropa tûşî vîrûsa Korona bûye û niha ew hatiye cudakirin û di kerentiya tenduristiyê de ye.

Amaje bi wê da, tenduristiya wî niha baş e û hemû endamên malbata wî jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe kir, geştê ji welatên ku vîrusa Korona lê hatine tomarkirin nekin, heger ne pêwîst be.

 

S. B