Erdogan: Rêjîma Sûriyê pabendî agirbestê nebe, dê rastî bersivên tund bê

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, heger çi êrîşek li ser xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê bên kirin, ewê bi tundî bersivê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, heger çi êrîşek li ser xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê bên kirin, ewê bi tundî bersivê bidin.

Serokomarê Tirkiyê di civîna bi parlermanterên partiya xwe li Parlemanê de got: “Bi Rûsyayê re bi awayeke demkî be jî, li ser agirbesta Îdlibê rêkeftin. Armanca me ne dagirkirina axa Sûriyê ye. Em dixwazin sînorên xwe biparêzin û karesata mirovî asteng bikin.”

Erdogan dibêje: “Em bibiryarin 911 kîlometre sînorê xwe ji gefên rêxistinên terorê û rejîmê biparêzin. Me li Cerablus, Efrîn û Serêkaniyê çi kir, li Îdlibê jî weha dikin. Emê deverên din yên sînorê xwe jî tevli vê xeleka ewlekariyê bikin. ”

Herwiha got jî: “Em hê nizanin rejîm û mîlîşeyên mezhepger çiqas pabendî agirebstê bin. Em pabendî sozên xwe ne, Lê eger ew pabend nebin, ji berê zêdetir emê bersiv bidin. Eger êrişek li xalên me yên çavdêrî bê kirin, emê bersivên pir tund bidin. Ew xalên çavdêrî di cihê xwe de dimînin û em hêzên xwe venakişin."”

 

S. B