Soylu: Koçberên nikarin ji Yunanistanê vegerin Tirkiyê
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê dibêje, koçberên derbasî Yunanistanê bûne nikarin careke din vegerin Tirkiyeyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê dibêje, koçberên derbasî Yunanistanê bûne nikarin careke din vegerin Tirkiyeyê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu da xuyakirin, koçberên ku ji aliyê Tirkiyeyê derbasî axa Yunanistanê bûne, nabe bên vegerandin û got, Yunanistan yasayên navnetewî binpê dike.
Soylu got, heta niha 145 hezar kes derbasî aliyê Yunanistanê bûne, lê ji wan 5 hezar kes bi veşartî bo Tirkiyeyê hatine vegerandin.
Da zanîn, Tirkiye pabendî rêkeftina penaberan bûye, lê Yekîtiya Ewropa sozên dane bicîh neanîne û da xuyakirin, ew ji Ewropayê dixwazin pabendî yasayên navnetewî bin.
Rayedarên Ewropayê, ji Tirkiye dixwazin koçberên li ser sînorê Yunanistanê bên vegerandin û nabe bi rêya koçberan fişar bê kirin. Lê Tirkiye jî dibêje, mercên rêkeftina berê neman e û divê li gor rewşa nû rêkeftin were nûjenkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu berî çand rojan ragehandibû, ji bo koçber neyên vegerandin, wan bi hezar polîsên operasyonên taybet li ser sînorê Çemê Merîçê bicîh kirine. Ew rê nadin koçber bi zorê ber bi Tirkiyê ve ve bên vegerandin.
Yekîtiya Ewropa, ji bo ku penaberan ji sînorê Ewropayê dûr bigre biryar dabû 6 milyar dolar alîkarî bide Tirkiyeyê, vîze rake û di warê gumrikan de gav bavêje û ya herî girîng jî, di warê pêvajoya endamtiyê de asankarî çêbike. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku, Ewropa sozên dane cîbicî nekirine.
S. B