Tirkiyê dûyem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê tomar kir
Wezareta Tenduristîya Tirkiyê belav kirîye, dûyem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Tirkiyê hate tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Tirkiyê belav kirîye, dûyem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Tirkiyê hate tomarkirin.
Aşkera jî kirîye, evî kesî Vayros ji yekem tûşbûyê Tirkiyê wergitîye û bûye hellgirê Vayorsê.
Faxretîn Koce, wezîrê Tenduristîta Tirkiyê di Tiwîtekê de, dibêje: Ew ji kesên derdorê kesê yekem bû û me xistibû jêr çavdêrîyê, piştî tomarkirina yekem halet rêkarên pêwîst me girtibûne ber bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosê.
Heweha got, bi hev re, em ji evê pirgirêkê dê derbaz bîn