Wezîrê Bergirî yê Tirkiye ligel ê Brîtanya çûn ser sînorê Idlibê
Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê tevî Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê çûn ser sînorê Îdlibê û lêkolîn kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê tevî Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê çûn ser sînorê Îdlibê û lêkolîn kirin.
Akar da xuyakirin, danustandinên bi şanda Rûsyayê piştî çar rojan bi dawî bûn û gihîştin rêkeftinê û da zanîn, wek gava yekem ya cîbicîkirine jî, 15'ê Adarê ew dê dest bi gerên çavdêriyên hevbeş li ser rêya M4 dest pê bikin
Hulusî Akar - Wezîrê bergiriya Tirkiyê got:
"… Roja sêşemê şandeke serbazî ya Rûsî hat Tirkiyeyê, digel şanda me çar roj in hevdîtin berdewam kirin. Di çarçoveya rêkeftina Moskowê de, me daxwaz û planên xwe pêşkêş kirin. mijarên rêkeftinê ji hêla her du şandan ve hatin îmzekirin. Wek cîbicîkirina yekem jî, 15'ê Adarê li ser rêya M4 bi gera çavdêriya hevbeş emê bibînin. Navendên hemahengiyê dê werin sazkirin. Em dixwazin agirbest hertimî be. Ji aliyê Rûyayê ve nêzîkatiyeke erênî hebû."
C.B