Tirkiye rêwîtiya bo 14 welatan qedexe dike
Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tûşbûna 3 haletên din bi vîrusa Korona li Tirkiyê radigihîne û rêwîtiya bo 9 welatên din jî qedexe dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tûşbûna 3 haletên din bi vîrusa Korona li Tirkiyê radigihîne û rêwîtiya bo 9 welatên din jî qedexe dike.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehredîn Koca di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li wî welatî bû 5 halet, ji ber wê jî hema çalakiyên meha Adar û Nîsanê hatin hilweşandin.
Herwiha ji 15ê Adara ve jî, tevahiya dibistanan û dezgehên perwerdeyê tên girtin û dewam tê rawestandin.
Diyar kir jî, geştkirina bo 9 welatên din hatin qedexekirin, ku bi vê hejmarê welatên qedexeya çûhatinê li ser hatine danîn dibe 19 welat.
S. B