Hejmara tûşbûyên bi Korona li Tirkiyê zêde dibe
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê tûşbûna welatiyekî din bi vîrusa Korona radigihîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê tûşbûna welatiyekî din bi vîrusa Korona radigihîne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca di twîttekê de nivîsî, welatiyekî din ku hefteya bûrî ji Omreyê ji Siûdiyê vegeriyabû, piştî pişknînê, diyar bû ku hilgirê vîrusa Korona ye.
Fehretîn Koca dibêje, ew kesên ji derve tên Tirkiyê divê bikevin kerentiyê, ji ber ku pişknîna pileya germê nayê wateya ku ew kes ne hilgirê vîrusê ne.
Bi vê halite, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li Tirkiyê bû 6 kes, wek rêkarên nû yên rêgirtina li belavbûna vîrusê, dibistan hatin girtin û hemû aheng û kombûnên girseyî yên meha Adarê hatin hilweşandin.
S. B