Li Tirkiyê 12 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li Tirkiyê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kesên din bi wê vîrusê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li Tirkiyê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kesên din bi wê vîrusê ketine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, li Tirkiyê 12 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Fahrettin Koca diyar kir, 2 kes ji wan 12 kesên ku encama têsta wan erênî derketiye, têkiliya wan bi yekemîn kesê ku bi nexweşiya Koronayê ketibû, re hebûye.

Berî niha jî hatibû gotin ku 6 kes li Tirkiyê bi nexweşiya Koronayê ketine, bi vî rengî hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li Tirkiyê gihîşt 18 kesan.

Ev vîrusa ku 117 welatan xwe daye der li Tirkiyê jî peyda bû û ji ber vê çendê hemû çalakî, pîrozbahî hatin betalkirin, dibistan û zanîngeh ketin bêhnvedanê.

 

S. B