Tirkiye.. Hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona gihîşt 47 kesan
Tirkiye 29 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Korona tomar dike û qedexekirina çûnûhatina bi 6 welatên nû re radigihîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye 29 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Korona tomar dike û qedexekirina çûnûhatina bi 6 welatên nû re radigihîne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehrettin Koca di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li Tirkiyê 29 kesên din bi vîrusa Korona ketine û hejmara giştî jî gihîşt 47 kesan.
Diyar kir jî, welatê wî biryar da, geşta esmanî bi Brîtanya, Siwêsra, Siûdiye, Misr, Îrlenda û Îmarata Erebî re rawestîne.
Koca diyar kir, piştî qedexekirina çûnûhatina welatiyan bi wan 6 welatan re, hejmara welatên çûnûhatin pê re hatine qedexekirin, gihîşt 20 welatan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê daxwaz ji welatiyan kir netirin û pabendî rêkarên tenduristiyê bibin û tekez kir, rewşa Korona li Tirkiyê di bin kontrolê de ye.
S. B