Tirkiye: Di mehekê de hejmara pêketiyên Korona dikare bigihe 5 hezaran

Endamekî Desteya Zanyariyê jî dide xuyakirin, di heyama mehekê de çaverê dikin li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan pênc hezaran derbas bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê derengiya şevê da xuyakirin, hejmara pêketiyên koronayê di heyama rojekê de 29 kes zêde bûn e û gihîştiye 47 kesan. Da zanîn, her 29 kes jî pêwendiya wan bi kesên ji Amerîka û Ewropa û Siûdiyê vegeriyan re hene.

Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dibêje, hejmara ku hatiye ragihandin ji pêketiyên rast kêmtir e. Endamekî Desteya Zanyariyê jî dide xuyakirin, di heyama mehekê de çaverê dikin li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan pênc hezaran derbas bike.

Tirkiye hewl dide welatiyên xwe yên li derve vegerîne.

Mevlut Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê got:

"… Me bo welatên xwe yên derve komîsyoneke alîkarî saz kir. Li derve gelek welatiyên me hene, taybet li Îtalyayê gelek xwendakarên me hene. 15'ê Adarê firînên bo 9 welatên Ewropayê hatin rawestandin. Me duh bo vegerê banga li welatiyên xwe kir. Serlêdan temam bûn. 3614 welatiyan bo vegerê serî li me dane.  Hêla Asîmaniya me bi 34 seferan dê wan welatiyan bîne.   Dema vegerin ewê 14 roj di karantînayê de bimînin."

Her weha vegera ji 'Umreyê jî berdewam dike. biryar hatiye dayîn ku, di beşên navxweyî yên zanîngehan de bên karantînekirin ku hejmara wan 10 hezarî derbas dike.

Wezareta Navxweyî jî rêkarên û rênimayên nû pêş dixe. Li gor vê deverên girtî yên wek kafe, çayxane, meyxane ku dibin sedemê kombûna xelkê hatine girtin. Serokatiya Ewqafê jî nimêjên Înê û yên bi cemaetê rawestandibû lê mizgeft vekirî dimînin.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê jî dide xuyakirin, bi serpereştiya Serokomar Erdogan roja çarşemê dê civîneke berfireh bo wergirtina biryarên têkoşîna dijî koronayê were encamdan ku hefteyekê zêdetir ji Erdogan agahî nebû.

Wezîrê Dadê jî hejmarek rêkarên ji bo koronayê eşkere kirin ku dozên kesên negirtî tên rawestandin û serlêdana zîndanan tê qedexekirin.

Partiya Demokratîka Gelan jî demildest daxwaza bergiriyên li zîndanan dike û dibêje, pêwîste hemû nexweşên girtî bên azadkirin.

 

 

C.B