Li Tirkiyê yekem kes bi Koronayê canê xwe jidest da

Li Tirkiyê yekem haleta mirina tûşbûyekî bi vîrusa Korona hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê yekem haleta mirina tûşbûyekî bi vîrusa Korona hat ragihandin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Fahrettîn Koca di kongreyeke rojnemevanî de aşkere kir yekem haleta mirinê ya tûşbûyekî bi vîrusa Koronayê li Tirkiyê hat tomarkirin. 

Fahrettîn Koca da zanîn, nexweşekî mêr ku 89 salî ye ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest daye.  

Herwiha Fahrettîn Koca da zanîn ku pişkinînên wan berdewam dikin û heta niha bi tevahî li Tirkiyê 98 kes tûşî Koronayê bûne.

Di 11ê Adarê yekem halete Koronayê li Tirkiyê jî hatibû tomarkirin. Herwiha Tirkiyê jî bo rêliber belavbûna Koronayê bigire biryara girtina, kafe, restorant û holên dawet û mizgeftan dabû.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê jî dabû xuyakirin, bi serpereştiya Serokomar Erdogan roja çarşemê dê civîneke berfireh bo wergirtina biryarên têkoşîna dijî koronayê were encamdan.

 

S. B