Korona li Tirkiyê di zêdebûnê de ye

Li Tirkiyê 2 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihand, li Tirkiyê kes bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehrettin Koca di twittekê de ragihand, duyem kesê bi vîrusa Korona canê xwe jidest daye hat tomarkirin.

Ragihand jî, 191 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li Tirkiyê hatine tomarkirin, jê 93 kes di 24 demjimêrên bûrî de pê ketine.

Vîrusa Korona li seranserî cîhanê belav bûye, dereng li Tirkiyê hat tomarkirin, lê amarên li wî welatî tên tomarkirin di zêdebûnê de ne.

 

S. B