Tirkiye: Seferên bo 46 welatan hatin rawestandin

Herweha Wezareta Navxweyî ya Tirkiye da diyarkirin, ku navendên ciwankarî, kuafor û berber îro ji demj. 18:00 divê di awayek demkî xebatên xwe rawestîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Seferên hewayî yên Sivîl a Tirkiye ragihand, ku: “Di çarçoveya pêşniyar a Wezareta Tendirustî ji bo rêgiriya Vayrosa Korona ji roja 21ê Adarê 2020 demj. 17:00an, sefer bo 46 welatan tên rawestandin”.

Herweha Wezareta Navxweyî ya Tirkiye da diyarkirin, ku navendên ciwankarî, kuafor û berber îro ji demj. 18:00 divê di awayek demkî xebatên xwe rawestîn in.

Li Tirkiye hejmara tûşbûyên Vayrosa Korona 670 kes in û 9 kesan jiyana xwe jidest da ye.

 

 

 

C.B