Kesekî din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketiye

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, kesekî din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, kesekî din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li kesên gûmanlêkirî, kesek li nahiya Sengeser a devera Raperînê bi vîrusa Korona ketiye.

Wezaretê diyar kir jî, temenê wî 37 salî ye û karmendekî benzînxaneyê û derneketibû derveyî welat.

Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine  48 kes in. Ji wan yek kes canê xwe jidest da ye û 13 bi temamî baş bûn e, û yên din jî, di bin çavdêriya bizîşkî de ne.

 

S. B