Li Tirkiyê hejmara kesên canê xwe jidest didin zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê aşkere kir, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine ji hezarî nêzîk bûye û 21 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê aşkere kir, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine ji hezarî nêzîk bûye û 21 kesan jî canê xwe jidest dane.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiye Fehretîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kesan bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.
Hevdem jî aşkere kir jî, 277 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Korona hatin tomar kirin.
Bi vî awayî, hejmara giştî ya tûşbûyên bi vîrusa Korona li Tirkiyê gihîşt 947 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 21 kesan.
Hikûmeta Tirkiyê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li ser kesên ku temenê wan di ser 65 saliyê re ne ragihand. Herwiha cihên ciwankariyê û cihên giştî girtin.
S. B