Tirkiye hêzên zêdetir dişîne Îdlibê
Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir şandin sinûrê parêzgeha Îdlibê li bakûrê rojavayê Sûriyê.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir şandin sinûrê parêzgeha Îdlibê li bakûrê rojavayê Sûriyê.
Şandina evê hêzê piştî wê yekê dihêt, ku dû serbazên artêşa Tirkiyê li ser rê ya nêvdewletî ya M4 di kemîneka girûpên çekdar de hatin kuştin.
Çalakvanên torên civakî belav kirine, 40 otombêlên berhelgir, zirêpoş, tank û top veguhaztine û li derê sinûrê Kifir Lusîn li nêzîk Îdlibê gehiştine nav axa Sûriyê.
Pêncşembîya burî, wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand, li ser rê ya M4 a nêvdewletî dû serbazên Tirkiyê di hêrişeka girûpên çekdar de hatine kuştin.