Kobanî.. Gereke çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî tê kirin

Di çarçoveya rêkeftina Rûsî – Tirkî de, îro gereke hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî îro li rojhilatê bajarê Kobanê destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya rêkeftina Rûsî – Tirkî de, îro gereke hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî îro li rojhilatê bajarê Kobanê destpê kir.

Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê Ridwan Bêzar da zanîn, îro hêzên Rûsî – Tirkî ku ji 4 panzêran pêk tê, ji gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, eger e gera hevbeş ber bi gundên Eyn Bet, Cîşan, Solan, Qeremox, Bexdik û heta bi gundê Serzorî yê rojhilatê bajarê Kobanê biçe û paşê di gundê Xerîb re vegere û panzêrên artêşa Tirk vegerin Tirkiyê. 

Peyamnêrê me da zanîn, bi rê de panêreke Tirkî di xendeqeke hêzên HSDê de asê ma û niha hêzên Tirkî hewl didin wê panzer derbixin û gera xwe temam bikin.

Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

S. B