Li Tirkiyê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên vîrusa Korona zêde dibe û di 24 demjimêrên bûrî de 7 kesên din canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên vîrusa Korona zêde dibe û di 24 demjimêrên bûrî de 7 kesên din canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 293 kes bi vîrusa Korona ketine û 7 kesan jî canê xwe jidest dan.
Diyar kir, bi vî awayî hejmara kesên li Tirkiyê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 1529 kesan û hejmara kesên cane xwe jidest dane jî gihîşt 37 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rêkarên tenduristî û xweparastina ji Koronayê bin û li malên xwe bimînin.
S. B