Hejmara pêketiyên Korona li Tirkiyê zêde dibe

Li Tirkiyê 7 kesên din ji koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihîşt 44 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 7 kesên din ji koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihîşt 44 kesan. Hejmara pêketiyan jî 343 kes zêde bûn û gihîştin 1872 kesan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, di heyama 24 demjimeran de, 3952 testên nû kirine û di encamê de 343 kesên din erênî derketine. Bi vê awayê, hejmara kesên bi koronayê ketine gihiştine 1872 kesan.

Koca da xuyakirin, di gel hemû hewldanan, 7 kesên din jî canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan jî gihîştiye 44 kesan. Da zanîn, 6 kesên canê xwe ji dest dane bitemen in û kesek jî bi nexweşiya pişikê û henaseyê bû.

Da xuyakirin, hejmara pêketiyan zêde bibe jî, hê jî ji bo Tirkiyeyê dereng nîne ku pêşî were girtin.

 

S. B