Xwendekarên Tirk yên li derve dixwînin vedigerin Tirkiyê
Di çarçoveya rêkarên koronayê de, 2721 xwendekarên Tirkiyeyê ku li welatên cuda dixwînin, vegeriyan Tirkiyeyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya rêkarên koronayê de, 2721 xwendekarên Tirkiyeyê ku li welatên cuda dixwînin, vegeriyan Tirkiyeyê.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay da xuyakirin, ji Brîtanya, Îtalya û Misir û çend welatên din 2 hezar û 721 xwendekar hatine vegerandin.
Oktay got, Tirkiyeyê hê berê qedexeya firînê danîbû ser van welatan û hemû xwendekar jî bi daxwaza wan hatine vegerandin.
Da zanîn, xwendekarên hatine Tirkiyeyê, di çarçoveya rêkaran de, dê 14 roj werin kerentînakirin.
S. B