Tirkiye: Li Stenbolê24 karmendên tendirustiyê tûşî Korona bûn
Li Stenbolê 24 karmendên tendirustiyê tûşî Vayrosa Korona bûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê 24 karmendên tendirustiyê tûşî Vayrosa Korona bûn e.
Komeleya Bizîşkiya Malbatê ya Stenbolê da xuyakirin, li navçeyên cuda yên Stenbolê, 24 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e.
Serokê Komeleyê da xuyakirin, hin karmend bi awayek razandî tên dermankirin û dermankirina hinekan jî, di malên wan de didome.
Serokê Komeleyê rexne li civatê jî digre û dibêje, di rewşek weha de, ji bo sedemên biçûk gelek kes seredana nexweşxaneyan dikin û got, derveyî rewşên giran, divê her kes li malên xwe bimîn e.
C.B