Tirkiye: HDP daxwaza qedexeya derketina derve dike
HDP ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze, ji bo astengkirina belavbûna Vayrosa Koronayê, qedexeya derketina derve were ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
HDP ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze, ji bo astengkirina belavbûna Vayrosa Koronayê, qedexeya derketina derve were ragihandin.
HDP bi serpereştiya Hevserokan Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Navenda Hemahengiya Krîza Vayrosa Koronayê saz kir û biryarên hatine wergirtin bo hemû şax û rêxistinên partiyê hatin şandin.
HDP dide xuyakirin, civak bi karesateke mezin re rûbirû ye û bang li desthilatê dike, pêdiviyên sereke yên xelkê dabîn bike û qedexeya derketina derve ragihîne.
C.B