Belavbûna Korona li Tirkiye gihişt ast a metirsîdar
Fexredîn Koca - Wezîrê tendirustiya Tirkiyeyê diyarkir:Di heyama 24 demjimêran de, 7 hezar 533 test hatine kirin. 2069 kesên din pozîtîf derketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê, piştî civîna Desteya Zanistiyê ya taybet bi koronayê got, ji bo rêkarên pêwîst gihiştine encamên girîng û wek pêşniyaran arasteyê Serokomar kirine ku piraniya wan derbarê astengkirina belavbûna nexweşiyê de ne. Koca got, di heyama rojekê de hejmara kesên ji korona canê xwe ji dest dane gihîştiye 92 kesan.
Fexredîn Koca - Wezîrê tendirustiya Tirkiyeyê diyarkir:
.. Di heyama 24 demjimêran de, 7 hezar 533 test hatine kirin. 2069 kesên din pozîtîf derketin. Hejmara pêketiyan gihîşt 5 hezar û 698 kesan. Îro 17 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan. Hejmara miriyan jî gihîşt 92 kesan. Di vê demê de 42 nexweş baş bûne.
Di beşên çavdêriya giran ya nexweşxaneyan de, asta tijîbûnê gihîştiye sedî 63. li hin bajaran hejmara pêketiyan zêdetir e. Em dixwazin hatûçûna navbera bajaran kêm bikin da ku ji bajarek bo bajarên din neye veguhestin."
C.B