Sûriye qedexeya hatinûçûn a nav bajaran radighîne
Ev biryar a Hikûmeta Sûriyê ji roja yekşemiya bê demijmêr 2ê piştî nîvro dikeve warê bicîkirinê de

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Sûriyê, qedexeya hatûçûna di navbera bajar û bajarokan de hat ragihandin.
Di çarçoveya rêgirîkirin li belavbûna Vayrosê Korona, tîm a hikûmeta Sûriyê ya rûbirûbûn a Korona biryar da hatinûçûna welatiyan di navbera navendên parêzgehan û hemû bajar û bajarokan qedexe bike, û Wezareta Navxweyî, ji bo bicîkirina vê biryarê hat raspartin.
Ev biryar a Hikûmeta Sûriyê ji roja yekşemiya bê demijmêr 2ê piştî nîvro dikeve warê bicîkirinê de.
Heta niha 5 haletên tûşbûn bi Vayrosa Korona li Sûriyê hatine tomar kirin.
C.B