Li Tirkiyê hejmara mirina bi Korona zêde dibe
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawîn de 23 kes bi vîrusa Korona mirin, hejmara miriyan bû 131 kes.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawîn de 23 kes bi vîrusa Korona mirin, hejmara miriyan bû 131 kes.
Şeva bûrî Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca daneyên nû derbarê vayrusa Koronayê de belav kirin.
Li gor ragihandine Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê hejmara testên ku heta nuha hatine kirin 65 hezar û 446 in û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 9 hezar û 217an.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 23 kesan canê xwe jidest dane, bi vî awayî hejmara kesên bi virusa Korona li Tirkiyê canê xwe jidest dane gihîşt 131 kesan.
Ragihand jî, 568 nexweş di beşa nexweşiyên giran de ne. 394 nexweş entubasyonê de ne. Hejmara nexweşên ku heta nuha ji Koronayê rizgarbûne jî bû 105 kes.
S. B