Îmamoglu: Divê li Stenbolê qedexeya derketina derve were ragihandin

Şaredarê Stenbolê dibêje metirsiya mezin ya vîrusa Koronayê li bajarên mezin e û divê li Stenbolê qedexeya derketina derve were ragihandin.

K24  - Navenda Nûçeyan

Şaredarê Stenbolê dibêje metirsiya mezin ya vîrusa Koronayê li bajarên mezin e û divê li Stenbolê qedexeya derketina derve were ragihandin.

Şaredarê Stenbolê yê CHPê Ekrem Îmamoglu da xuyakirin, di asta Tirkiyeyê de sedî 60 metirsî li Stenbolê ye û ji bo hemû Tirkiye nebe jî, divê gavek zûtir ji bo Stenbolê qedexeya derketina derve were ragihandin.

Îmamoglu got, amadekariyên nexweşxaneyên gerok temam kirine û ji niha ve, alîkariya 250 hezar malbatan dikin û hejmar her diçe zêde dibe.

Da zanîn, êdî hemû pirsgirêkên Tirkiye neteweyî ne û got, divê hemû alî wek hestên şerê rizgarkirina welat tevbigerin ku di vê warê de çi bikeve ser şaredariyan amade ne bicîh bînin.

 

S. B