Li Tirkiye û Bakur 50 bajarok û gund hatine kerentîkirin
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 50 bajarok û gund li 21 parêzgehan hatine kerentîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 50 bajarok û gund li 21 parêzgehan hatine kerentîkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu aşkere kir, Hikûmeta Tirkiyê rêkarên rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona tundtir kirine, ku niha li 21 parêzgehên Tirkiyê 50 bajarok û gund hatine kerentîkirin.
Tundkirina rêkarên rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona li Tirkiyê piştî wê yekê tê, hejmara kesên li Tirkiyê bi Korona ketine gihîştiye 13 hezar û 561 kesan û 214 kesan jî cane xwe jidest dane.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî pêr ragihandibû, di asta Tirkiyeyê de ji sedî 60 metirsî li Stenbolê ye û ji bo hemû Tirkiye nebe jî, divê bi awayekî zûtir ji bo Stenbolê qedexeya derketina derve were ragihandin.
S. B