Li Tirkiyê 63 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand ku 63 kesên din ji ber vîrusa Korona li Tirkiyê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand ku 63 kesên din ji ber vîrusa Korona li Tirkiyê canê xwe jidest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya vayrusa Koronayê şeva bûrî ragihand ku 63 kesên din ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

bi vî awayî jî hejmara pêketiyan gihişt 15679 kesan, ya miriyan gihişt 277 kesan. Hejmara kesên ku dermankirina wan qediya û ji Korona rizgar bûn gihişt 333 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê Koca ragihand ku ji sedî 80 ji kesên ji ber vîrusa Korona canê xwe ji dest dane temenê wan bi ser 60î re ye

Herwiha Koca ragihand ku herî zêde pêketiyên bi vîrusa Korona li Stenbolê hatin dîtin û piştre jî Îzmîr û Enqere tên.

Wezîrê Tendirustiyê Koca amaje bi wê da, di nava pêketiyên bi Korona de rêjeya mirinê ji sedî 1,58 e. Di vî warî de Tirkiye li binê gelek welatan in.

 

S. B