Rêkxistî ya Mafên mirovan daxwaz ji Tirkiyê dike zîndanîyên sîyasî azad bike

Rêkxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan a Cîhanî, daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kir, bi zûtirîn dem zîndanîyên sîyasî azad bike.

K24- Hewlêr

Rêkxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan a Cîhanî, daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kir, bi zûtirîn dem zîndanîyên sîyasî azad bike.

AKPyê pilanek daye Perlemana Tirkiyê bo azadkirina 90 hezar zîndanîyên sîyasî bi sedema metirsîya belavbûna Vayrosa Koronayê di nav zîndanan de.

Ew pilan, bikuj, destdirêjkarên sêksî û tawanbarên mezin li gel wan zîndanîyên sîyasî navegire ewên tuhmeta terorê xistine ser wan.

Hox Wîlyamson, rêveberê Rêxistîya Mafên Mirovan bo Ewrûpa û navenda Asiya dibêje:  Divê ew pilan, wan zîndanîyên sîyasî ji vegire, ewên tuhmeta terorê xistine ser wan, çunku pêdivî bû ew her ji destpêkê ve  nekevin di zîndanê de.

Selahedîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDPyê jî, yeke ji zîndanîyên sîyasî Tikiye û daxwaz dihête kirin li gel hezaran zîndanîyên din yên sîyasî bihên azadkirin.