Parêzerên Demîrtaş: Nexweşiyên Demirtaş hene, serbest berdin!
Parêzerên Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji bo azadkirina wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan
-24.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji bo azadkirina wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan.
Bi belavbûna vayrosa koronayê re metirsiyên li ser zîndaniyên nexweş zêzeditir dibe. Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê jî dabû xuyakirin ku metirsiya herî mezin li ser nexweşên henase û hîpertansiyonê ye.
Pizîşkê Selahedîn Demîrtaş jî dabû xuyakirin, her du nexweşî li Demîrtaş hene û di van mercan de, li zîndanê jiyana wî di metirsiyê de ye.
Parêzerên Demîrtaş jî serî li Serdozgeriya Enqereyê dan û daxwaz a azadkirina Demîrtaş kirin.
C.B