Li Silêmaniyê 11 kes ji vîrusa Korona baş bûne

Rêveberê Tenduristî ya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, 11 pêketiyên bi vîrusa Korona li Silêmaniyê baş bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Tenduristî ya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, 11 pêketiyên bi vîrusa Korona li Silêmaniyê baş bûne.

Ev yek di demekê de ye, vê sibê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina 18 pêketiyên nû li bajarê Hewlêrê ragihandibû.

Heta niha li Herêma Kurdistanê ji koma 232 kesên bi vîrusa Korona ketine,85 kes bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê rêkarên tund hatine girtin û qedexeya derketina ji zêdetir ji 20 rojan ve hatiye ragihandin û heta 10ê Nîsanê jî berdewam e.

 

S. B