Wek amar xuya dikin, pêla Vayrosa Koronayê li Tirkiyê gelek bilez belav dibe
Evro li Tirkiyê amara tûşbûyan û mirîyan bi sedema Koronayê gelek bilind bû û desthelatdarên wî welatî aşkera kirin, di dema 24 demjimêrên burî de, 3,135 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin li gel 73 haletên mirinê.
K24- Hewlêr

Fexredîn Qoce, wezîrê Tenduristîya Tikiyê di Tiwîtekê de, li tora civakîya Tiwîterê nivîsîye: Evro zêdetirîn hajmara tûşbûn û mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan hatîye tomarkirin. Bi vê yekê jî, hejmara tevaya tûşbûyan gehiştîye 27,069 kesan.
Ji destpêka belavbûna Vayrosa Koronayê li wî welatî, ev hejmar mezintirîn hejamere ku hati be tomarkirin di rojekê de û pêla belavbûna wê Vayrosê gelek bilez li Tirkiyê belav dibe.
Hevdem Qoce ragehandîye, heya niha zêdetirîn hejamra mirinê ku di wî welatî de hatibe tomarkirin, li roja Pêncşembîya bûrî bû, ku 79 kes bûn. Wek amaje jî kir, heya niha hejmara ewên bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane gehiştîye 574 kesan.
Herweha got jî, 1,042 halet bi temamî ji wî derdî çêvebûne.