Dû kesên din li Hewlêrê çêvebûn
Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê di daxuyanîyekê de, ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, ragehand: Dû kesên din li Hewlêrê çêvenûne.
K24- Hewlêr
Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê di daxuyanîyekê de, ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, ragehand: Dû kesên din li Hewlêrê çêvenûne.
Deqa wê daxuyanîyê:
Daxuyanîyek bo hevwelatîyên bajarê Hewlêrê
Hevwelatîyên hêja yên bajarê Hewlêrê bi we re radigehînîn, ku 2 nexweşên tûşbûyî bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19), piştî wergrtina çareserîyê b temamî çêvebûne û rewşa tendurstîya wan cêgîre û pişkinîna tayebet a bi dûv hev re bo wan hatine kirin û encam nerînî bûn, lew biryar hat dan ku vegerin malên xwe.
Hejmara tevaya çêvebûyan gehişte 19 kesan.
Supasîya pabendbûna hewe dikîn bi rênimayî yên xwe parêzîyê, cîbicîkirina rênimayîyan sekevtina me bi ser evî derdê cîhanî de misoger dike.
Gelek supasîya mandîbûn û keda pizîşkan, karmendên tenduristîyê û tevaya hêzên navxwe dikîn ku parêzgarîyê ji tenduristîya hevwelatîyan dikin.
Rêveberîya giştî ya Tenduristîya Hewlêrê
5ê/ Nîsan a /2020