Baroya Diyarbekirê: Divê hemû girtî werin azadkirin
Li Tirkiyê tê çaverêkirin ku 90 hezar zindanîkirî werin azadkirin.
K24 – Diyarbekir
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû (Covîd-19) de hin xalên yasayê digûhere. Bi vê yekê tê çaverêkirin ku 90 hezar zindanîkirî werin azadkirin. Baroyên Bakûr û siyasetmedarên HDPê dixwazin ti ferq û cûdahiyê nexin nav girtiyan de û girtiyên ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin jî werin azadkirin.
Li seranserê cîhanê roj bi roj haletên tûşbûna Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû (COVÎD-19) zêde dibin. Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Covîd-19 de Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê 70 xalên yasayê diguhere. Bi vê sererastkirinê tê çaverêkririn ku 90 hezar girtî werin azadkirin. Lê kesên ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin û yên ku ji tawanên wekî hişber û destdirêjî û kûştinê derveyê yasayê hatine hiştin. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin got; bi taybetî tawanên polîtîk dê ji vê yasayê sûdê wernegrin û ev yek li dijî xalên wekheviyê yên Destûra Bîngehîn in.
Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ji K24ê re got: “Ji aliyê hiqûqê ve mirov dikare bêje ev yasaya lêborînê ye. Lê belê hin tawan li derveyê vê yasayê hatine hiştin. Bi taybetî kesên ku ji ber tawanên polîtîk û fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin dê nekarin sûdê ji vê yasayê bigrin. Yasaya têkoşîna bi terorê re gelik berfireh e û gelek kes ji ber fikrên xwe hatine tometbarkirin û zindanîkirin. Dibe ku bi vê yasayê li zindanan qeyran jî derkevin. Ya baş ew e girtî hemû ji vê yasayê sûdê werbigrin.”
Li Girtîgeha Êlihê hin girtiyên ku ji ber tawanên asayî hatine zindanîkirin bi hinceta ku nayên azadkirin alozî derxisin û du nivîngehên xwe şewitandin. Li gorî daxûyaniyên serdozgeriya Êlihê tiştek bi ti girtiyekî nehat. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li Bakûr û Tirkieyê, 290 hezar girtî û hikûmxwarî hene. Li gorî daxuyaniyên rayedarên rêxistinên zindanîkiriyan ji 10 hezaran zêdetir girtiyên Kurd ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin hene. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl bang li rayedarên Hikûmetê dikin ku ji ber metirsiya belavbûna Vîrûsa Coronayê hemû girtiyan azad bike. Parlementerê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz dibêje, li gorî yasayan herkes wekhev e.
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz dibêje: “Wateya wê ev e; dibêje ez ê diza û sixtekaran berdim û ez qismeke kujeran berdim û qismeke tiryarfiroşan berdim lê bes ez siyasetmedaran bernadim, bes ez girtiyên ku fikir û ramanên xwe anîne zimên bernadim. Di vê rewşa awarte ya ji ber belavbûna vê Vîrûsa Coronayê de hêj î cûdakariyê dikin nav girtiyan de. Bi vê yekê dibêjin bila vîrûs van girtiyan bigrin û jiyana xwe ji dest bidin. Ango ev şêweyeke darvekirinê ye.”
Parlementerên HDPê û nûnerên sazî û rêxsitinên civakî yên sivîl amaje dikin ku, yek berpirsiyariya dewletê parastina tendurîstiya welatiyan e û girtî jî welatî ne lê ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehan zehmet e tenduristiya girtiyan were parastin û divê werin azadkirin. 7ê Nîsanê roja Sêşemê dê li parlementoya Tirkiyeyê xalên yasayê yên ku tên xwestin werin guhertin bên nîqaşkirin. Piştî ku hemû xal hatin qebûlkirin bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê dê bibe yasa û bi vê yekê tê gotin ku dê 90 hezar girtî werin azadkirin.