Li Tirkiye hejmara pêketiyên bi Korona bilind dibe
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên bi korona bilind dibe. Rêkarên hikûmetê jî her diçin tundtir dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên bi korona bilind dibe. Rêkarên hikûmetê jî her diçin tundtir dibin. Hikûmeta Tirkiyeyê, ji bo kesên pabendî rênimaya dûrbûna ji hev nebin, 350 lîre siza dibire û ajokarên pasan jî bi 3 hezar û 500 lîre tên sizadan.
Li Erzîncanê, karker û rêwiyên di nav pasên veguhestinê de hatibûn sizadan li pêş Parêzgariyê çalakî darxistin. Çalakên ji ber binpêkirina dûrbûna jihev siza xwaribûn, di çalakiyê de jî pabendî biryarê nebûn. Di aloziyan de hin çalak hatin binçavkirin. Piştî hevdîtina bi Parêzgar re, çalakî bidawî bû.
Li aliyê din, hatine welatiyên Tirkiyeyê ji derve berdewame. 337 kesên ji Umreyê hatine û 300 kesên ji Cezayîrê hatine li Konyayê hatin karantînkirin. Her weha 631 kesên li Sakarya dema karantina wan dawî bûne jî ber bi malên xwe ve birê ketin.
HUSEYÎN KARAKAŞ - RÊVEBERÊ AFADA SAKARYA
"… Ji ber vayrosa koronayê, dewleta me ji welatên cuda 1885 xwendekar, ajokar, karker û welatiyên me anîn û li bajarê me hatin karantînekirin. Niha 14 roja 631 kesan temam bû û emê wan bişînin 77 bajarên Tirkiyeyê. Heta nehê mehê, dema karantîneya hemûyan dawî dibe. "
Tirkiyeyê nêzîkî 3 hezar xwendekar ji welatên cuda yên Ewropa û Rojhilatanavîn veguhestibûn Tirkiyeyê. Xwendekar kêfxweşin ku demek zûtir ji derve hatine.
MÎNE TOKEL - XWENDEKAR
" Ez niha pir bi kelecan im. Diçim gel malbata xwe. Li wê derê jî du hefte karantina malê heye. Ez ji Îrlandayê têm. Li wê derê xwendekar bûm. Spas dikim ku gavek zûtir em ji wir anîn. Li vê derê jî baş li me nêrîn."
Li bakurê Kurdistanê jî hejmara gund û navçeyên tên karantînkirin zêde dibe. Piştî ku hemû hatûçûna navbera gund û navçeyên Mûşê hate rawestandin ku 380 gundan li xwe digre, li Şîrwana Sêrtê jî 5 gund hatin karantînkirin.
C.B