Li Hewlêrê 41 kesên din bi Korona ketine

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 41 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, li Hewlêrê 17 jin, 15 peya û 9 zarok bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine.

Diyar kiriye jî, pêketiyên nû, 2 kes li qezaya Soran, 3 li nahiya Sîdekan, 1 li gundê Helebceya Biçûk û ewên din jî li navenda bajarê Hewlêrê ne û piraniya wan jî vîrus ji pêketiyên herdu konên serxweşiyê yên taxa Karîzanê vegirtine.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 277 kesan, jê 3 kesan canê xwe jidest dane û 87 kes jî baş bûne.

 

S. B